Språk Språk
svenska svenska

Rêberi ji bona kitêbxaneyê

LånekortTu dikarî ji kitêbxaneyê kitêb, cd û vîdiyoyê bi emanet bigirî, rojname û kavaran bixwînî. Herweh tu dikarî li ahegdariya referensa kitêban û întenêtê jî bigerî.
Bibe endamê kitêbxaneyê
Dema ku mirov dibe endamê kitêbxaneyê, hîngê ew dikare piraniya tistên ku em pêskês dikin bigire, endametî ji hemiyan re vekirî ye. Mirov bi hêsanî dibe endamê kitêbxaneyê û ew belas e. Bi tenê divê tu nasnnameya xwe bidî. Zraok ta bi 18 saliyê; divê ew bi nivîskî ji aliyê dê û bavên xwe an yên ko ji wan beroirsiyar in ve endametiyê bixwazin.
 
Bi emnatebirin
Normal e; ku mirov dikare tistan ji me bi emanet ta 4 hefteyan bigire, herweha ger mirovekî ew nexwestibe, tu dikarî wê ta periyodke din jî bidî dirêjkirin. Dema ku ew ji dema biriyarkirî pirtir bimîne, hîngê divê tu cezayekî bidî.
 
Tembîkirina kitêban
Kitêbên ku tu dikarî bi emanet bigirî ew ne bi tenê yên li ser refikan in, ji vê yekê re sînor nîne. Dema ku tu nikaribî kitêba ku tu lê digerî bibînî, hîngê ji kerema xwe ji karmendên me bipirse. Di sîstema kitêbxaneya me de dora 200 000 kitêb û mediyayên din hene û evên ha dema ku tu ji me bipirsî em dikarine wan bidine te.
 
Agehdarî
Kitêbxane navenda agehdariyê ya deverîn e, li vir tu dikarî li ser deveran bi pirskirinê rabî bo nimûne aborî, agehdariya deverîn û nûçeyên rojane. Herweha li bal kitêbxaneyê refikên agehdariyê li ser referensa kitêban wek katalog, ferhengên taybetî li ser madeyên têvel, kî kî ye û derman û rêberên qanûnî hene. Herweha hejmareka mezin ji serkaniyên agehdariyê di înternêtê de jî hene.
 
Înternêt
Li bal hemî kitêbxaneyan stasiyonên kar yên înternêtê ku mirov dikare wan ji xwe re pêsinde veqetîne û wan belas bi kar bîne hene. Dema ku hûn înternêtê li bal me bi kar tînin, em ji we dixwazin ku hûn li malperên pornografî, dîskrîmînasiyona sekiswal (cinsî), regezperestî (rasîzim) an li bi karhanîna drugên neqnûnî negerin. Hemî cureyên zulimdariyê qedexe ne. Bi PIN kodeke kitêbxaneyê yên ko li bal me hene, tu dikarî bi emanetbirinê û tembîkirinê jî rabî. Herweha PIN kod ji bona veqetandina stasioynên kar yên înternêtê jî tê xwestin. Bi tenê PIN kod ji bona zarokên ku di bin 18 saliyê re ne; tê dayîn, dema ku dê û bavan an berpirsiyarên wan li binî îmza kiribin. Tu dikarî malpera kitêbxaneyê li vir bibînî http://bibliotek.molndal.se.
 
Xizmeta taybetmend
Komkirinên taybetmend bi dest dikevin. Kursên ziman li ser kasêtan, nexse (xerîte), kitêbên bi zimanên biyanî, rojname û kovar û herweha fîlm û muzîk li ser VHS, CD û DVD jî di nav de ne. Ji kerema xwe zanibe jî ku em aboneyê gelek rojnameyên biyanî yên ko bi zimanên têvel in jî. Li kitêbxaneya navendî rojname hene, ku mirov dikare wan di hodeyeke taybetî de bixwîne, ew hemî rojên dewamê ji saet 9 sibehê de vekirî ye.
 
Xwendevanên ku nikarinê ji malê bi derkevin
Li bal me xizmeta kitêbên li ser teker; ji bona xwendevanên ku nikarine ji mal bi derkevin heye. Ji kerem xwe ji pirsgehê biprse.
 
Kitêbên peyvok
Ji bona kesên ku bînahiya çavên wan kêm e an kêmasiyên wan yên din hene; kitêbên peyvok hene. Herweha komeke kitêbên din jî hene, ku ew bi çapeke taybetî berz û diyar in.
 
Dan û standin
Ger tu agehdariya pirtir dixwazî; ji kerema xwe ji karmendên me biprse
 

Mölndals stadsbibliotek

Brogatan 40/
Bergmansgatan 31
431 30 Mölndal


Telefon
Information: 031-315 16 00
 
Info barn:     031-315 16 20
Info vuxen:   031-315 16 10

Epost: 
molndals.stadsbibliotek@molndal.se

 

 

 

Jag vill lämna en synpunkt